Rûyê erdê ji her çar aliyan ve bi pirsgirêkên guherîna avhewayê û bobelatan re rûbirû ye. Li Tirkiyeyê jî bi lehiyên ji nişka, ziwayî, avên bin erdê yên kêm dibin û şewatên daristanan ji nan heta avê em di bin xetereyê de ne ku ev xetere li hemberî her aliyê jiyana me ye.

Beriya ku ev guherîn neyê rewşeke ku nayê paşvebirin, sekinandin hîn pêkan e. Polîtîka û navgînên mirovahiyê ji bo vê yekê hene.

Lê belê,  hikumetên di bin bandora şirketan de ji têkoşînê direvin ku ev têkoşîn li hemberî  guherîna avhewayê ya ku ji çalakiyên mîna  pirr xerîdarî, şewitandina ardûyên fosîl û bêdaristanîkirinê  pêk tê, û ev hikumet  ji bo berjewendiyên sîstemê û karê, hemû jiyana zindî bin pê dikin.

Îro em rêya xwe diyar dikin û li her derê cîhanê li dijî bêdengî û piştguhkirina hikumetan  tev digerin.

Di îlona çûyî de li New Yorkê, a ku Zîrveya Avhewayê ya Awarte li wir pêk hat, ji 400 hezaran zêdetir kes ji bo parastina gerstêrk û pêşerojê derketin kolanan û li her çar aliyê cîhanê me bi milyonan kes  hevaltiyê bi wan re kir. Niha dîsa ji her çar aliyê cîhanê em têne ba hev û her kesî vedixwînin da ku bibêjin: Ji bo avhewayê ez jî heme!

Werin, di Berfanbara 2015an de li Parîsê, beriya muzakereyên navneteweyî yên ku peymaneke nû ya avhewayê dê were dayîn, em bi hev re têbikoşin.

Werin, em ji bo avhewayê gavekê bihavêjin! Em nîşanî wan kesan bidin ku hêza guhertinê li ba me ye.

Werin, bi daxwaza “ji bo hemû zindiyan pêşerojeke dadyane” em  bi her kesî re û  bi hev re bizaveke nû  pêk bînin.

Werin, da ku em banga “ji bo jiyana hemû zindiyan em muxetab in” li hikumetan bikin, li hemû cîhanê heman rojê em derkevin kolanan.

Lewre guherîn hewce û gengaz e. Lewre ji bo avhewayê em jî hene. Lewre em cîhan in.